Serok Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Bin Zayid civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cihnişînê Ebû Dabî û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Mîrnişînê û Serokê Encûmena Raperandina Mîrnişîna Ebu Dabî Mihemed Bin Zayid dawî pêşhatên rewşa Iraqê guftûgo kirin û herdu aliyan tekezî li ser girîngiya parastina ewlehî û aramiya siyasî li Iraq û navçeyê kirin.
11.11.2019, Pts - 03:29
Îro roja yekşemê 10-11-2019an danê êvarê di hevdîtinekê de Nêçîrvan Barzanî û Şêx Mihemed Bin Zayid pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, diyaloga çareserkirina pirsgirêkan, daxwaza bihêzkirina pêwendiyên dualî, derfetên kar û webirhênanê di karta taybet a Îmaratî li Herêma Kurdistanê û ji wir ve ber bi tevahiya Iraqê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi welatên cîran re guftûgo kirin.
Pêşhatên navçeyê bi giştî, metirsiyên serîhildana terorê û girîngiya hemahengiya navçeyê û navdewletî bo rûbirûbûna wê û çend pirsên din yên cihê girîngiyan herdu aliyan, tewereke din civînê bû.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 850 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:17:22