Serokê Parlamentoyê û serokên fraksyonan li ser 8 xalan rêkeftin

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û serokên fraksyonên nava parlamentoyê îro Çarşemî 8ê Mijdara 2017ê ji bo çawaniya destpêkirina gera nû ya yasayî û bername û acenda ya parlamentoya Kurdistanê bi hev re civiyan.
08.11.2017, Çar - 14:20
Serokê Parlamentoyê û serokên fraksyonan li ser 8 xalan rêkeftin
Nuçe Belav bike

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û serokên fraksyonên nava parlamentoyê derbarê karê dahatî û civînên gera nû ya yasayî ya parlamentoyê de gihîştine rêkevtineke 8 xalî.

Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin ku têde tê gotin, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û serokên fraksyonên nava parlamentoyê di civîna îro de gihîştine rêkevtineke 8 xalî.

Li gorî daxuyaniyê, “civîna îro demijimêr 11ê berî nîvro hat encamdan, piştî ku gera nû ya yasaî di roja 06-11-2017 de hat ragihandin û bi armanca amadekirin û pêşkêşkirina karê dahatî yê parlamentoyê û civînên parlamentoyê û ew yasa û biryarên ku pêwîst in parlamentoya Kurdistanê wan pesend bike, bi taybet ew mijarên ku têkildarî rewşa xelkê û Heêrma Kurdistanê û rola dezgehên destûrî yên Herêmê ne.”

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, ku aliyên beşdar di civînê de li ser 8 xalan rêkevtin kirine û wan xalan wiha rêz dike:

“Ji bo çareserkirina arîşe û giriftan û nehêlana astengiyan û hewlên aliyên siyasî bo tifaqa civakî û siyasî, em bi giring dizanin ku yekrêzî û yekgotarî li navxweyê Herêma Kurdistanê û Iraqê û herêmê were berdestkirin, di vê qonaxê de ku milletê me tê re derbas dibe, em daxwaz dikin bo vê armancê lez bihê kirin.”

Agahî tên...

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1561 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:06:42