Hecî Mehmûd bal kişand ser dengên ku Tirkmen û Erebên Sunî wergirtine û got, “Di destnîşankirina parêzgarê nû yê Kerkûkê de dê rola Tirkiyeyê ji ya Îranê zêdetir be.”
18ê mehê li parêzgehên Îraqê û Kerkûkê hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.
Piştî ku encamên hilbijartinê hatin ragihandin çavên her kesî li ser Kerkûkê ne.
Sekreterê Giştî yê PSDKyê Mihemed Hecî Mehmûd bû mêvanê Rûdawê û hilbijartinên Kerkûkê nirxandin.
Hecî Mehmûd diyar kir ku encamên hilbijartinê “wekî ku Kurd jê ditirsiyan” derket û got, “Li Kerkûk û parêzgehên din, cara yekem e Kurdan ewqas kêm kursî û deng bidest xistin. Ev ji ber xemsariya Kurdan bû.”
“Bexda bi zanebûn hilbijartinan paş xist”
Hecî Mehmûd sedemên wê wiha şîrove kirin:
“Sedema vê ya yekemîn ew e ku Bexdayê hilbijartinên Kerkûkê bi zanebûn taloq kirin.
Kurdan ji sala 2003yan heta 2017an Kerkûkê bi rê ve bir lê diyare ku di vê pêvajoyê de baş bi rê ve nebirine.
Paşê Bexdayê hilbijartinê taloq kir, da ku Kurdan bi temamî ji rêveberiya Kerkûkê îzole bike.
Piştî ku Kurdan ji rêveberiyên îdarî, ewlehî û yên din ên burokratîk îzole kirin, hilbijartinê dan destpêkirin. Armanca wan ev bû û vê jî kirin.”
“Kurd bê plan û bername beşdarî hilbijartinê bûn”
Hecî Mehmûd sedemên din ên wendakirina dengan wiha diyar kir:
“Du sedemên din hene. Ev jî nakokiyên di navbera partiyên Kurd de û siyaseta tund a Erebkirina bajêr in.
Lê sedema sereke jî xemsariya Kurdan bû. Ji van encaman ew bi xwe berpirsyar in.
Kurd vê carê bê plan û bername beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehan bûn.
Ev jî bû sedem ku kurd li Nînowa û Kerkûkê kursiyên xwe winda bikin.
Li Xaneqînê, wekî nûnerê Kurdan Erebek hate hilbijartin. Bi rastî ev heqareta herî mezin e li Kurdan hatiye kirin.”
“Dibe ku parêzgarî di berjewendiya Kurdan de bê hilbijarin”
Piştî ku encamên hilbijartinê hatin ragihandin çavên her kesî li ser Kerkûkê ne.
Hilbijartinên parêzgarî û rêveberiya parlamentoyê bûne cihê mereqê.
Hecî Mehmûd li ser mijarê got:
“Li Kerkûkê gelek partî bi hev re hevrikiyê dikin.
Tirkiye jî yek ji serkeftiyên hilbijartinên vê carê ye, ji ber ku Erebên Sunî û Tirkmen di hejmareke diyar de deng wergirtin.
Li aliyê din Îran bi ser neket. Di hilbijartinên parêzgariyê de, dê rola Tirkiyeyê hebe. Îhtîmal heye ku hilbijartina parêzgariyê di berjewendiyên Kurdan de be.
Bi gotineke din, eger yek ji wan aliyên ku ji Şîe û Erebên Sunî û Tirkmenên nêzîkî Îran û Tirkiyê pêk tê, Kurdan qebûl neke, dibe ku ya din li dijî wê derkeve.”
Hecî Mehmûd diyar kir ku partiya wan jî di hilbijartinan de deng winda kirine û got:
“Beriya niha li Xaneqînê ji hezarî zêdetir û li Kerkûkê ji 7 hezarî zêdetir dengên me hebûn lê di van hilbijartinan de dengên me kêm bûn.
Ji ber van encaman em kesî tewanbar nakin, em xwe sûcdar dikin.”
Hilbijartinên Kerkûkê
18ê Kanûna Pêşînê, li Îraqê piştî sala 2013an û li Kerkûkê jî piştî sala 2005an hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.
Kurd li Kerkûkê bi 5 lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinan bûn, YNKyê 5 û PDKyê 2 kursî standin.
Niha ji bo destnîşankirina parêzgar pêwîst e ev partiyên Kurdan bigihin hev û bi hinek aliyên din re jî tifaqê bikin da ku karibin parêzgariya Kerkûkê bistînin.
Parêzgariya Kerkûkê ji 2005an heta 2017an di destê YNKyê de bû.
Piştî referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, hêzên Îraqê ketin Kerkûkê û parêzgariya bajêr jî ji destê Kurdan çû.
Niha parêzgariya Kerkûkê bi wekaletê di destê Rakan Seîd Cibûrî de ye.