Seroka perlemana herêmeke Almanyayê pesna Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Seroka Perlemana Herêma Baden Vetenbergê ya Almanyayê re civiya, û ji ber alîkariyên wê herêmêm yên mirovî û serbazî ji bo Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de spasiya Almanyayê kir. Seroka Perlemana Herêma Baden Vetenbergê ya Almanyayê ji ber pêşkêşkirina alîkariyan û hewandina hejmareke zêde ya aware û penaberan pesna Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
06.08.2024, Sal - 09:57
Seroka perlemana herêmeke Almanyayê pesna Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed duh (Duşem, 05.08.2024) di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Almanyayê de, bi Seroka Perlemana Herêma Baden Vetenbergê ya Almanyayê Muhterem Araz re civiya.

Li dû ragehandineke Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezîrê Navxwe di wê civînê de bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber alîkariyên wê herêmê yên mirovî û serbazî ji bo Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de spasiya hikûmet û gelê Almanyayê kir, xasma herêma Baden Vetenbergê ji ber piştgiriya wan a berdewam ji bo aware û penaberan û veguhastina hejmareke jin û zarokên Êzidî ji Kurdistanê bo Almanyayê.

Wê ragehandinê amaje jî daye, Seroka Perlemana Herêma Baden Vetenbergê ji ber pêşkêşkirina alîkariyan û hewandina hejmareke zêde ya aware û penaberan û tekîdkirina çespandina nirxên pêkvejiyana neteweyî û dînî li Herêma Kurdistanê pesna Herêma Kurdistanê kir.

Bihêzkirina peywendiyên dualî di navbera her du herêman de ji aliyê ewlehî û çandî ve û giringiya berdewamiya alîkariyên mirovî û bizavên hevpar ji bo rêgirtina li koçkirina neqanûnî mijarên tewerekî din ê danûstandinên wê civînê bûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 212 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:06:49