Serokati: Teqînên nav kampa PDK-Rojhilatê şermezar kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê e teqînên li dijî PDK-Rojhilat (HDK) yên li navçeya Koyeyê bi tundî şermezar kir
21.12.2016, Çar - 16:24
Serokati: Teqînên nav kampa PDK-Rojhilatê şermezar kir
Nuçe Belav bike

Serokatiya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ew teqîn şermezar kir û ragihand, armanca terorê tirsandina xelkê û têkdana aramiyê ye. Pêwîst e dezgh û saziyên pêwendîdar û Asayiş bi zûtirîn dem encamderên vê karê terorîstî bibînin û teslîmê yasayê bikin û hemû rêkar jî werin berçavgirtin, da ku bûyerên wisa dubare nebin.

Herwiha di daxuyaniyê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê teqînên li Koyeyê bi karên terorîstî bi nav dike û bi tundî teqînan şermezar dike. Daxuyaniya Serokatiya Kurdistanê wiha ye:

“Êvariya roja sêşem 20.12.2016 li encama teqîna dû bombeyên çandî li ber Deftera Siyasî ya Hizba Demokrata Kurdistanê li bajarê Koye hejmarek Pêşmergeyên Hizba Demokrata Kurdistanê û karmendên asayîşa bajarê Koye şehîd bûn û hejmareke din jî birîndar bûn. Ji bilî wê yekê ku gelek bi tundî wê kirdara terorîstî şermezar dikîn serxweşiyê li kesukarên şehîdên wê rûdanê dikin û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn. Pêwîste dam û dezgeh û saziyên peywendîdar û asayîş bi zûtirîn demî encamderên vê karê terorîstiyê peydabikin û radestî yasa bikin û hemû rêwşuwênek jî li ber bigrin bo ku rûdanên heman awayî dûbare nebin. Armanca terorê dirustkirina tirs û ne aramiya li nav xelk û ne aramiya siyasî û pêwîste bi hewla hemû aliyek rê lê bê girtin û ji holê bê rakirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2011 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:58:50