Îro Pêncşemê 3ê Tebaxa 2023an, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê roja 25ê Sibata 2024an wek roja encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir û hemû alî raspartin ji bo encamdana rêkarên pêwîst.
Ev di demekê de ye ku roja 19ê Tîrmeha 2023an, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê pêşniyar dike, roja 18ê Sibata 2024an yan rojek piştî wê rojê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werin encamdan û tekezî li wê yekê dike ku nikarin herdu hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê û Parlamentoya Kurdistanê di demekê de birêve bibin.
Roja Çarşemê 21ê Hezîrana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî pêşwazîkirina Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, di twîtekê de ragihand: “Mafê xelkê yê hilbijartinan heye, ligel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, me behsa amadekariyan û piştevaniya li ser vê mijarê kir.”