Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hilbijartinan daxwazek arasteyî Komîsyona Iraqê kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê serperiştiya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bike.
12.07.2023, Çar - 14:53
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hilbijartinan daxwazek arasteyî Komîsyona Iraqê kir
Nuçe Belav bike

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di nivîseke fermî de ku roja duşemê 10ê Tîrmeha 2023an bi îmzeya Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê arasteyî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê hatiye kirin û kopiyeke wê ji aliyên pêwendîdar re hatiye dayîn.

Di nivîsê de Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku komîsyon amadebûna xwe nîşan bide ji bo serperiştiya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê.

Hat destnîşankirin ku li gor fermana Herêmî ya hejmara 90 a 26/3/2023an, biryar hatiye dayîn ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê roja 18/11/2023an de birêve biçe, ji bo vê mebestê jî daxwaz kiriye Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê amadebûna xwe nîşan bide ji bo serperiştiya hilbijartinan di dema diyarkirî de, an jî ligel hilbijartinên encûmenên şaredariyên Iraqê di roja 18/12/2023an de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 396 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:52:26