Serokatiya Kurdistan'ê nûçeya Tîlerson derewand

Gotebêjî Serokatîya Herêma Kurdistanê aşkere dike ku bi ti awayî peywendîyeke telefonî di navbera Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka de nebûye.
05.08.2017, Cts - 13:00
Serokatiya Kurdistan'ê nûçeya Tîlerson derewand
Nuçe Belav bike

Îro Umêd Sebah gutebêjî fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyanîyekê îddaya hejmareke dezgehên medyayî red dike.

Li gor îddîaya wan dezgehên medyayî duhê Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson bi riya telefonê peywendî bi Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Haydar Îbadî Serokwezîrê Iraqê re kiriye.

Sabah, destnîşan jî dike; “ew nûçe rast nîne û di van rojan de peywendiya Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê re nebûye.”

Daxuyaniya gutebêjî fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha ye; Li hinek medya û dezgehên ragihandinê de hatiye belavkirin ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi riya telefonê peywendî bi Serokê Herêma Kurdistanê re kiriye.

Li vir em ji hemû kesî re aşkere dikin ku ew nûçe rast nîne û di van rojan de peywendiyeke telefonî di navbera cenabê Serok Barzanî û Wezîrê Derveyî Amerîka nebûye.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 1479 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:01:29