Serokayetiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Duh , Ofîsa Ragindinê ya Serokê Herêma Kurdistanê derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê daxuyaniyek belav kir.
29.11.2022, Sal - 08:44
Serokayetiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir
Nuçe Belav bike

Ofîsa Ragindinê ya Serokê Herêma Kurdistanê derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê da, digel Serokwezîrê Iraqa Federal û aliyên siyasiyên pêşhatan rewşa emnî û siyasî ya welat gotûbêj kirin û tekez li ser hevkarî û hevahengiya di navdera tevahiya aliyan kir, ji bo piştevanîkirina li Hikûmeta Federala nû ya Iraqê û serxistina karnameya wê. Herwesa bi hevra karkirina ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê yên di warê maddeya 140ê, bûdce û şayesteyên darayî, rewşa Şingalê û pirsgirêkên welat bi giştî bi rêya diyalog li ser esasê destûrê û parastina aramî û serweriya welat kar kirin.

Herwiha hatiye ragihandin: ‘’Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr El-Sudanî bi temamî hevfikir bûn û dupat kirin ku bi tu awayî rê ji tu gef û kiryarên leşkerî li sînorên Herêma Kurdistan û Iraqê li hember welatên cîran nayê danîn, ji bona vê armancê jî, wek hertim, hevkarî û alîkariyan pêşkêşî penaberan dikin, lê belê rê li ber hebûna grûpên çekdar li Herêma Kurdistanê nayê dayîn, ji ber wê jî Hewlêr û Bexda dê ji bo parastina ewlehiya sînoran bi hemû awayî hevkarî û hemahengiyê bikin û bi welatên cîran re jî hevahengî û hevkariyê bikin û tedbîrên pêwîst werbigrin.’’

Di berdewamiya daxuyaniyê jî de wiha hatiye gotin: ‘’Serok Nêçîrvan Barzanî hemû alî piştrast kirin û balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê, wek hertim, dê bibe faktora aştî û aramiyê ji bo Iraq û welatên cîran û navçeyê û bi tu awayî rê nade ku sînor û axa wê bibe penageheke aram ji bo grûpên çekdar û cihê metirsiyê bo ser welatên cîran, herwesa dixwaze pêşdabirina têkiliyan li ser esasê rêzgirtin, cîrantiya baş û berjewendiyên hevbeş be. Di heman demê da ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxwe û derve li deverê, em bi pêwîstî dizanin ku hemû alî bi diyalog û lihevtêgihiştin û bi awayekî aştiyane pirsgirêkan çareser bikin, ji bo vê yekê jî Serokatiya Herêma Kurdistanê berheve rolek erênî û avaker di vî warî da bibîne.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:07:49