Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) duh dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê jî yek ji beşdaran e.
Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya konferansê de bi Serokê Estonyayê Alar Karis re rûnişt.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku civîn li ser pêwendiyên dualî yên di navbera Estonya, Îraq û Herêma Kurdistanê de û xurtkirina hevkariyên di warên ewlehî, teknolojî û perwerdeyê de bû.
Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgiriya Estonyayê ya di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de kir û pesnê derfetên hevkariyê yên di warê teknolojî û xwendina bilind a di navbera her du aliyan de da.
Li aliyê xwe, Serokê Estonyayê Alar Karis daxwaza xwe ya ji bo bipêşvebirina pêwendiyan a bi Herêma Kurdistanê re dubare kir û Nêçîrvan Barzanî vexwend welatê xwe.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Estoniyayê amaje bi girîngiya hevbeş a di rûbirûbûna astengiyên ewlehiya herêmî de kir.
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û hewlên pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşhatên li Îraq û Sûriyeyê, li gel çend mijarên din ên girêdayî berjewendiyên hevbeş, mijarên din a civînê bûn.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îsal cara 61ê di navbera 14-16ê Sibatê de tê lidarxistin.
Di rojeva konferansê de “plana aştiyê ya Donald Trump a ji bo Ukraynayê” û “rewşa Rojhilata Navîn” dê cih bigirin.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) dê di warê ewlehî û siyaseta derve de bibe mazûvana nîqaşên girîng ên cîhanî.
MSC yek ji konferansên herî girîng ên ewlehiyê yên cîhanê ye û cara ewil sala 1963yan hatibû lidarxistin.
Her sal bi sedan rêberên girîng ên cîhanê beşdarî vê konferansê dibin û pirsgirêk û gef û metirsiyên ewlehiyê yên cîhanî dinirxînin.
Konferans di nêzîkkirina perspektîvên cuda û zêdekirina baweriya di navbera welatan de roleke girîng dilîze.