Serokê Herêma Kurdistanê diçe Îmaratê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro diçe Îmaratê.
24.05.2024, Cum - 09:38
Serokê Herêma Kurdistanê diçe Îmaratê
Nuçe Belav bike

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab eşkere kir ku Serokê Herêma Kurdistranê li Îmaratê dê bi Serokê Îmratê Mihemed Bin Zayîn El Nehyan

Dilşad Şehab di berdewamiyê jî de da zanîn ku pêwendiyên gelekî baş di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de hene û serdana Serokê Herêma Kurdistanê jî ji bo bihêzkirina pêwendiyan e.

Di dawiya Kanûna Pêşîna 2023yan Serokê Herêma Kurdistanê li Dubaiyê beşdarî “Roja Neteweyî ya Îmaratê” bûbû.

Îmarat di asteke gelekî bilind de li Herêma Kurdistanê weberhênanê dike.

Karsaz û kompanyayên Îmaratê di warên enerjî, cotkarî û jêrxana aborî de li Herêma Kurdistanê weberhênanê dikin.

Kompanyayên Dana Gas û Hilal Petroleumê ew kopmanyayên serekî yên Îmaratê ne ku li Herêma Kurdistanê di warê enerjiyê de kar dikin.

Bi taybet di warê zêdekirina berhemên gazê li Qada Gazê ya Kormorê kar dikin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 320 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:48:43