Çarşemiya bihorî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peywendiyeke telefonî de û piştî serkeftina wî di hilbijartinên serokkomariyê de pîrozbahî li Recep Tayyip Erdogan kir.
Her di vê peywendiya telefonî de, Erdogan bi fermî Serokê Herêma Kurdistanê ji bo merasima sondxwarina serokkomariyê vexwand.
Li gor zanyariyên Rûdawê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser esasê vê vexwendina fermî ya Erdogan dê serdana Tirkiyê bike, daku di merasima sondxwarina wî de amade bibe.
Recep Tayyip Erdogan berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur bû û di hilbijartinên serokkomariyê de rikeberiya sereke di navbera wî û berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu de bû.
Di gera yekem a hilbijatina serokkomariya Tirkiyê de, Erdogan sedî 49.52ê dengan û Kemal Kiliçdaroglu sedî 44.88ê dengan bidest xistin.
Lê di gera duyem a hilbijartina serokkomariyê de ku roja 28ê Gulana 2023an hat lidarxistin, Erdogan sedî 52,18ê dengan û Kiliçdaroglu jî sedî 47,82ê dengan wergirtin.
Bi vê yekê re, Erdogan wek Serokkomarê Tirkiyê hat hilbijartin û dê heta 5 salên din wate heta sala 2028an Serokkomarê Tirkiyê be.