Serokê Herêma Kurdistanê ligel Fermandarê Hevpeymanan civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li General John Brennan Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê û şanda pê re kir.
29.06.2022, Çar - 06:27
Serokê Herêma Kurdistanê ligel Fermandarê Hevpeymanan civiya
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li General John Brennan Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê û şanda pê re kir.

Di civînê de ku Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Wezîrê Pêşmerge, Serok Erkanê Pêşmerge û hejmareka fermandar û piledarên Pêşmerge amade bûn, prosesa çaksaziyan di nav Wezareta Pêşmerge û pêngavên dawî yên yekxistina hêza Pêşmerge û arîşeyên li pêşiya vê proseyê hatin behs kirin û pêşniyareke Amerîkiyan jî di vî warê da hate gotubêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya Amerîka û Hevpeymanan kir ji bo wê piştevanî û alîkariyên di dema şerê li dijî DAIŞê de û niha ji Herêma Kurdistanê re kirine û dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê ji şanda Hevpeymanan re tekez kir ku Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya proseya çaksaziyên di nav Wezareta Pêşmerge de û yekxistina hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê dikin.

General Brennan careka din tekezî li ser wê yekê kir ku Amerîka li ser piştevanî û harîkarîkirina hêzên Pêşmerge berdewam dibe heta ku di çarçoveya Wezareta Pêşmerge da û di bin yek fermandariyê da bînin ser hev û bikin hêzeka niştimanî ya profesyonal ku bi hêz û îmkan be û bikaribe erkê xwe bi cîh bike.

Pêşhatên dawiyê yên şerê dijî terorê, pêwîstiya hevkarî û hevahengiya navbera hêzên Pêşmerge û leşkerê Iraqê da, berdewamiya piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê mijarên din yên civînê bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 531 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:55:46