Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Kardînal Luîs Sako kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Patriyarkê Dêra Kildanî ya li Iraq û cîhanê Kardînal Luîs Sako kir.
25.07.2023, Sal - 12:47
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Kardînal Luîs Sako kir
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de li ser vekişandina biryarnameya Serokomarê Iraqê ya li ser Dêra Kildanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku giring e Iraq bi Herêma Kurdistanê ve weke çadirekê ji bo komkirina hemû pêkhateyên olî û netewî bimînin. Hêvî xwast ku Serokomarê Iraqa Federal di zûtirîn dem de pirsgirêkan çareser bike

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir ku pêkvejiyan û hevqebûlkirin li Iraqê, bawerî û perensîp e û ciwaniya Iraqê di wê de ye, welatê hemû pêkhatan be û mafên hemû pêkhatan parastî be.

Ji aliyê xwe ve kardînal Sako spasî û pêzanîna xwe ji bo piştevaniya Nêçîrvan Barzanî nîşan da û dubare kir ku Herêma Kurdistanê warê pêkvejiyan û hevpejirandinê ye û şanaziyê bi wê yekê dikin. Ameje bi wê kir jî: Ew kêşe ti carî rê li kar û erkên wî nagire û dê berdewam be li ser parastina Îraqê û pêkvejiyanê

Rewşa deşta Neynewayê û çend mijarên din ên girêdayî rewşa dêrê û Kirîstiyanan bi giştî, aliyekî din ê civînê bû ku Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 325 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:20:03