Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê Qeterê li Iraqê kir

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Qeterê yê li Iraqê Xalid Bin Elsilêtî kir.
13.09.2022, Sal - 13:09
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê Qeterê li Iraqê kir
Nuçe Belav bike

İro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Qeterê yê li Iraqê Xalid Bin Elsilêtî kir.

Di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên navbera Iraq û herêma Kurdistanê yên li gel Qeterê, rewşa siyasiya Iraqê, pêşhatên dawî û hewldanên Qeterê yên bo vekirina Konsulusxaneya giştî ya Qeterê li Herwlêrê hate kirin.

Herwiha nirxandin li ser derfetên hêlbirîna Qeterî li herêma Kurdistanê û amadekariyên vê welatî bo organîzekirina mondiyala 2022an ya cîhanî jî hate kirin.

Her di heman civînê de her du alî tekez li ser xwesteke Kurdistan û Qeterê bo zêdetir pêşde birina têkilî, hevkariya hevbeş û afirandina derfetên goncaw bo hêlbirîna Qeterî di warê curbicur li Kurdistan û Iraqê de kirin û balkêşandine ser girîngiya geştên raste rast yên Qeterê bo Kurdistan û Iraqê.

Girîngiya aramiya siyasî ya Iraqê bo deverê, têkiliyên Iraq û herêma Kurdistanê yên li gel welatên cîran û çend mijarên din yên cîhê girîngiya hevbeş, mijarên din yên vê civîna han bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 387 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:24:38