Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulê nû yê Hindistanê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir, Hindistan welatek e ku Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî dikare di gelek waran da ji pisporî, şarezayî û ezmûna wê sûdê werbigrin.
22.08.2023, Sal - 20:10
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulê nû yê Hindistanê kir
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Hindistanê li Herêma Kurdistanê Madan Gopal kir û tekez kir, Hindistan welatek e ku Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî dikare di gelek waran da ji pisporî, şarezayî û ezmûna wê sûdê werbigrin.

Îro Sêşemê 22ê Tebaxa 2023an, malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li bajarê Hewlêrê, di hevdîtinekê ligel Madan Gopal Konsulê Giştî yê nû yê Hindistanê li Herêma Kurdistanê û şandeke pê ra tevî bixêrhatinê, piştgiriya xwe û aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê jî ji bo serxistina erkê wî û pêşxistina peywendiyên Hindistanê digel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser wê yekê kir ku Hindistan welatek e ku Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî dikare di gelek waran da ji pisporî, şarezayî û ezmûna wê sûdê werbigrin, ji ber wê jî girîng e Herêma Kurdistanê girîngiyê bide pêwendiyên digel Hindistanê. Her wiha bal kişand li ser girîngiya vekirina geştên asmanî yên rasterast di navbera Herêma Kurdistanê û Hindistanê da.

Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê nû yê Hindistanê kêfxweşiya xwe ji bo wergirtina erkê xwe yê li Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser kar û hewlên xwe yên ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê da kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 346 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:53:22