Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Parêzgarê ava kir

Şanda Îranî diyar kir, ji bo zêdetir pêşxistina têkiliyên bazirganî û dabînkirina hemû asankariyan dê hemû hewlên xwe bidin.
23.08.2022, Sal - 14:29
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Parêzgarê ava kir
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Azerbaycana Rojava ya Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Sadiq Mutemedyan û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de ku îro sêşemê 23yê Tebaxê li bajarê Hewlêrê birêve çû, pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê, hêsankarî û hevahengiya zêdetir ji bo têkiliyên aborî û bazirganî di navbera her du aliyan de û hatinûçûna ziyaretkaran bo cihên olî û geştyarên Îranî bo Iraqê bi rêya deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, hatin gotûbêjkirin.

Şanda mêvan kêfxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê û derfeta hevdîtina ligel Serokê Herêma Kurdistanê nîşan da û dupat kir ku ji bo zêdetir pêşxistina têkiliyên bazirganî û dabînkirina hemû asankariyan dê hemû hewlên xwe bidin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji aliyê xwe ve bal kişand ser peywendiyên dêrîn di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê di hemû waran de û tekezî li ser zêdetir pêşxistina peywendiyan kir, herwiha xwesteka Herêma Kurdistanê nîşa da ku dixwaze di warê cuda de baştirîn têkilî, hevkarî û alîkarî ligel welatên cîran hebin.

Rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û çend mijarên din gotubêj kirin. Di vê hevdîtinê da her yek ji birêzan parêzgarê Hewlêrê, serokê Îdareya Soran û konsulê giştiyê Komara Îslamî ya Îranê amade bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 433 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:01:22