Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwazî li Serokwezîra Îtalyayê Giorgio Meloni kir ku di yekem serdana xwe ya fermî bo derveyî Ewropayê da, hatiye Iraq û Herêma Kurdistanê.
Di civînê da, Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe bi vê serdanê nîşan da û cejna Christmas, serkeftina wê di hilbijatinan da û wergirtina postê serokwezîrtiyê li Giorgio Meloni pîroz kir. Nêçîrvan Barzanî li ser navê xwe û yê Herêma Kurdistanê spasiya Îtalyayê kir ku di dema şerê dijî DAIŞê de, di warê serbazî, mirovî û siyasî de alîkarî û piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.
Serokwezîra Îtalyayê ji aliyê xwe ve, tekezî li ser wê yekê kir ku welatê wê girîngiyeke taybet bi peywendiyên xwe yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê dide û bihêzbûn û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo Iraq û navçeyê bi girîng dibîne. Herwiha wê piştevaniya welatê xwe ji bo diyaloga çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî derbarê vê yekê de bal kişand ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê amade ye bi diyalog û li ser esasê destûrê hemû pirsgirêkan ligel Bexdayê çareser bike.
Di civînê de ku cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û hejmarek ji rayedaran amade bûn, her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku DAIŞ hîn jî li ser asayîş û aramiya Iraq û Sûriyê metirsiyeke rasteqîne ye. Ji ber vê jî Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstî bi berdewamiya piştevaniya navdewletî ji bona bi yekcarî jinavbirina DAIŞ û terorê heye. Her du aliyan tekezî li ser xurtkirin û berfirehkirina têkiliyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê û alîkariyên hevbeş di hemû waran de kirin.