Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li destpêşxeriya Kazimî dike

Nêçîrvan Barzanî: Ji bo rizgarkirina Iraqê, pêwîstî bi diyalog, têgihiştin û berpirsiyariya hevpar heye
02.08.2022, Sal - 13:08
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li destpêşxeriya Kazimî dike
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, Li gel ku em banga xwe ya ji bo diyaloga aliyên Iraqî li Hewlêrê nû dikin, em pêşwaziyê li destpêşxeriya Serokwezîr Kazimî ya ji bo diyalogê dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe tora civakî “Twitter” nivîsî: “Di dema ku em banga xwe ya ji bo diyalogeke berfireh û biratî ya Iraqî li Hewlêrê nû dikin, em piştevaniya xwe ji bo destpêşxeriya Serokwezîr Kazimî ya ji bo diyalogê di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de dikin, ji bo dîtina rêyekê ji krîza heyî re û bi hev re kar ji bo gihandina welatê xwe bo kenarê ewlehiyê bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li wê yekê kir jî: “Ji bo rizgarkirina Iraqê, pêwîstiya wê bi diyalog, têgihiştin û berpirsiyariya hevpar heye.”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî duhî 1ê Tebaxê daxuyaniyek derbarê rewşa niha ya Iraqê û xwepêşandanan de belav kir û daxwaz aliyên siyasî kir ku bi diyalogeke niştimanî bi avakirina komîteyek ku nûnerên hemû aliyên tê de be, nexşerêyekê ji bo derbaskirina rewşa heyî amade bikin.

Kazimî got jî: “Ez bang li her kesî dikim ku ji zimanê tawanbarkirin, xiyanet û dijminatî dûr bikevin û bang hemû aliyan dikim ku li ser maseya diyaloga niştimanî rûnin û bigihin çareseriyeke siyasî ji bo krîza niha.”

Pêştir jî û her di wê derbarê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 31ê Tîrmeha borî destpêşxeriyê kiribû û bang li aliyên siyasî yên nakok ên Iraqê kir ku bêne li Hewlêrê guftûgoyên rasterast ji bo çareseriya pirsgirêkan bikin.

Ji hilbijartinên Cotmeha 2021an de, Iraq tûşî xitimandineke siyasî ya tam bûye. Danûstandinên di navbera hêzên sereke yên siyasî de jî negihîşt wê encamê ku serokomar bê hilbijartin û serokwezîr bê destnîşankirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 587 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:33:55