Serokê Herêma Kurdistanê û Karbirêbeverê Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê û Karbirêbeverê Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê civiyan û danûstandin li ser peywendiyên Amerîkayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kirin
03.06.2024, Pts - 09:48
Serokê Herêma Kurdistanê û Karbirêbeverê Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê civiyan
Nuçe Belav bike

Li dû ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvara duh (Yekşem, 02.06.2024) li Dihokê bi Karbirêbeverê Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê David Burger re civiya.

Di wê civînê de danûstandin li ser peywendiyên Amerîkayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa giştî ya Îraqê, hilbijartinan û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê hatin kirin.

Her du aliyan tekez li ser giringiya kirina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û yekdengî û tevlîbûna hemî aliyên siyasî û pêkhatan di hilbijartinan de kir, herwesa li ser pêdivîtiya parastina tenahî û seqamgiriyê li Îraqê hevnerîn bûn.

Bicihanîna destûrî û sîstema federalî li Îraqê rewşa deverê bi awayekî giştî û çend pirsên din cihê giringiya

Bicihanîna destûrî û sîstema federalî li Îraqê rewşa deverê bi awayekî giştî û çend pirsên din ên ku ji bo her du aliyan giring bûn hin mijarên tewerekî din ê wê civînê bûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 629 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:33:32