Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê geheşt Bexdayê

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo hevdîtina li gel Serokwezîrê Iraqê û berpirsên din ên Hikûmeta Federal geheşt Bexdayê.
30.05.2024, Per - 11:53
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê geheşt Bexdayê
Nuçe Belav bike

Îro 30.05.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo hevdîtin û civîna li gel Serokwezîrê Iraq a Federal Mihemed Şiya Sûdanî û berpirsên din ên hikûmeta Federal û rêveber û berpirsên aliyên siyasî yên Iraqê geheşt Bexdayê.

Di civînan de derveyî gotûbêj kirina guhertin û pêşhateyên dawî yên rewşa siyasî û ewlehiya Iraqê, dê gotûbêj derbarê pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê li ser bingehê destûrê, bi taybet jî dê gotûbêj li ser dabînkirina mûçe û mafên darayî yên xelkê Kurdistanê jî bên kirin.

Herwaha di civînên Serokê Hikûmetê de pêşxistina hevkarî û hemahengiya navbera herdu aliyan a ji bo parastina asayîş û seqamgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê de jî gotûbêj û guftûgo dê bên kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 632 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:54:47