Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Tirkiyê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro roja sêşemê 13.12.2022an di civînekê de li Hewlêrê pîrozbahî li Mehmet Mevlut Yakut Konsulê Giştî yê nû yê Tirkiyê li Herêma Kurdistana kir.
13.12.2022, Sal - 11:08
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Tirkiyê kir
Nuçe Belav bike

Nêçîrvan Barzanî îro roja sêşemê di civînekê de li Hewlêrê pîrozbahî li Mehmet Mevlut Yakut Konsulê Giştî yê nû yê Tirkiyê li Herêma Kurdistana kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Herwiha ji aliyê xwe ve Mehmet Mevlût Yakut kêfxweşiya xwe ya ji bo destnîşankirina weke Konsulê Giştî yê welatê xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da û hêvî xwest ku peywendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de bi taybetî di warên ku ji bo her du aliyan girîng in, pêşve bibin.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên li herêmê bi giştî û mijarên din ên berjewendiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 483 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:56:47