Serokê Hikûmetê pêşwazî li Balyoza Kanada li Iraqê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyoza Kanadayê li Iraqê kir û çend mijarek hatin gotûbêj kirin.
10.09.2024, Sal - 14:37
Serokê Hikûmetê pêşwazî li Balyoza Kanada li Iraqê kir
Nuçe Belav bike

Îro 10.09.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyoza Kanada li Iraqê Katy Bunka kir û serdan ji ber bi dawîbûna erkê Balyoza Kandayê ya li Iraqê bû û bi armanca xatirxwestinê pêkhat.

Di hevdîtinê de Serokê Hikûmetê spasiya Balyoza Kanadayê li Iraqê kir, ku di heyama karê xwe de hewlda pewyendiyê dualî pêşbixe û ji bo naha şûnde hêviya serkeftinê di karûbarên pêş de jê re xwest.

Balyoza Kanadayê li Iraqê xwesteka welatê xwe ya ji bo bihêztirkirina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê careke din anî ziman, bi taybet di warên bazirganî de û vê derbarê de amaje bi wê yekê kir ku şandeyekî kompanyayên Kanadayê yên taybet derbarê çandiniyê de biryare payîza îsal serdana Herêma Kurdistanê bikin.

Di civînê de rewşa peywendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal hatin gotûbêj kirin û Serokê Hikûmetê amaje bi gotûbêjên du rojên borî yên herdu encûmenên aborî ya federal û herêma Kurdistanê li Hewlêrê kir û herdu alî jî hemfikirbûn li ser giringî û pêwîstiya berdewambûna wan gotûbêjên aşkera û bingehîn ên di navbera Bexda û Hewlêrê û li ser bingehê rêzgirtina li destûr û pêkhateya federal a Herêma Kurdistanê.  

 

Vî nûçeyê tevayî: 162 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:53:59