Serokê Hikûmetê pêşwazî li endamê encûmena şaredariya Lambeth – Londonê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serbaz Berzincî, Endamê Encûmena Şaredariya Lambethê ya girêdayî Londona paytexta Brîtanyayê, dike.
15.05.2024, Çar - 16:58
Serokê Hikûmetê pêşwazî li endamê encûmena şaredariya Lambeth – Londonê kir
Nuçe Belav bike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 15.05.2024 pêşwazî li Endamê Encûmena Şaredariya Lambethê ya girêdayî London a paytexta Brîtanyayê Serbaz Berzincî kir.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê James Goldman jî amade bû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber kar û çalakiyên wî li Brîtanyayê destxweşî li Serbaz Berzincî kir û hêvî xwast ku di erkên xwe de serkeftî be.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir, “Pêdivî ye Revenda Kurdistanî li wan welatên ku lê niştecîhin mînakeke xweşik û serkeftî bin”.

Li gor heman daxuyaniyê, Serbaz Berzincî amadebûna xwe ji bo karkirinê ya pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê diyar kir.

 

Vî nûçeyê tevayî: 308 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:47:31