Serokê Îmaratê, Mesrûr Barzanî vexwend Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Konsulê Giştî yê Îmarata Erebiyê yê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê qebûl kir.
08.10.2023, Paz - 20:17
Serokê Îmaratê, Mesrûr Barzanî vexwend Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî
Nuçe Belav bike

Konsulê Giştî yê Îmarata Erebiyê yê Herêma Kurdistanê Ehmed Îbrahîm El-Zahirî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vexwend welatê xwe da ku tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Avhewayê (COP28) bibe.

Mesrûr Barzanî û Konsulê Giştî yê Îmarata Erebiyê yê Herêma Kurdistanê Ehmed Îbrahîm El-Zahirî, li Hewlêrê hevdîtinek kir.

Serokwezîriyê li ser vê hevdîtinê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî vexwendnameya Serokê Îmarata Erebiyê Mihemed Bin Zayid El Nehyan pêşkêşî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Mihemed Bin Zayid El Nehyan di vexwendnameyê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê vedixwîne ku beşdarî Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî (COP28) bibe.

Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî (COP28) dê di 1 û 2ê Kanûna Pêşîn de li Expo Citya Dubaiyê were lidarxistin

COP28, bi roja neteweyî ya Îmarata Erebiyê re hevdem e.

Li aliyê din Mihemed Bin Zayid El Nehyan, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî vexwendibû heman lûtkeyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 624 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:08:48