Serokê Sendîka Rojnamevanan: Gotinên Serokê Hikûmetê dengvedanekî baş di çapemeniyê li gel xwe anî

Serokê Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê, behsa hevdîtin û civîna Serokê Hikûmetê ya li gel rojnamevanan dike û dibêje ew dîdar giring û serkeftî bû.
21.06.2022, Sal - 12:49
Serokê Sendîka Rojnamevanan: Gotinên Serokê Hikûmetê dengvedanekî baş di çapemeniyê li gel xwe anî
Nuçe Belav bike

Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Hakim Azad Hemedemîn derbarê dîdar û gotûbêja Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û rojnmevanan de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ev hevdîtin gelek giring bû, ji wê jî giringtir mijara hebûna gotara niştimanî û cuda kirina çapemeniyê ji siyaset û li rexneyên siyasî bû. Gotineke giring a serokê hikûmetê kir jî ew bû û got, hikûmet a gel e.’’

Herwaha got: ‘’Gotûbêjeke zêde hate kirin û daxwaz hate kirin gotûbêjên waha dubare bibin. Ji ber bi wê rêyê ve zanyariyên baştir digehe rojnamevanan û biryar hate dayîn ew dîdar û civîn bi mekanîzmayên cuda berdewam bikin. Herwaha gotinên serokê hikûmetê pir baş di çapemeniyê de reng û dengveda û li şeqamên giştî yên Kurdistanê de jî dengvedana wê baş bû.’’

Serokê Sendîkaya Rojnamevanan got: ‘’Kak Mesrûr Barzanî bixwe daxwaz kiriye ku rasterast li gel rojnamevanan bicive û bi rastgoyî û bi belge û dokoment ango belge axaftin bê kirin. Herwaha got, ew ji bo dabîn kirina xizmetê û xizmeta xelkê û ji bo azadiya ramanê dê berfireh ragirtinê jî berdewam bikin.’’

Herwaha got: ‘’Hikûmet vê kabîneyê de peyamekî rasteqîn dide û li gel azadiyê de ye. Lê di çarçoveya prensîb û rast gotinê de û ev yek cîhê ramana têr û tejî ye, ku hemû amadebûyên wê derê zanî, Serokê Hikûmetê gelek bi hûrgilî û baldar e û axaftin kirinê de jî hişyar û dizane li kuderê çi peyvekî bikarbîne û bersiva pêwîst bide. Pir bi hûrî guhdar kir û bi aşkerayî jî axaft û bersiva pirsan da

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 438 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:57:04