Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê banga nêzîkbûnê li PDK û YNKê dike

Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dike, piştî cejnê nêzîkî hev bibin, ji bo ku bi rêkeftin û guftûgoyan pirsgirêkan çareser bikin.
22.04.2023, Cts - 06:05
Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê banga nêzîkbûnê li PDK û YNKê dike
Nuçe Belav bike

Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê Ebdullah Mela Weysî ji K24ê re ragihand, eger ruhê lêborînê di navbera welatiyan û partiyan de hebe, civak dê bipêş bikeve.

Got jî: “Pêwîst e aliyên siyasî taybetmendiyên cejnê tenê weke dirûşmeyan bi kar neynin û bixin meriyetê û biryara lêborînê li hember hev bidin. Divê em ruhê lêborînê belav bikin û bi hev re li ser maseya gotûbêjan rûnin û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Berjewendiya netewî û berjewendiya giştî di ser hemû berjewendiyan re ye.”

Her wiha got: “Xelk çaverê ye hemû aliyên siyasî bi taybet YNK û PDK nêzîkî hev bibin û li ser pêkanîna helbijartinên Herêma Kurdistanê ligev bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 420 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:13:41