Serokerkanê Pêşmergeyan û Hevpeyman lidûçûnê ji bo pêngavên rêkxistina hêza Pêşmergeyan dikin

Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerge û Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê lidûçûnê ji bo pêngavên çaksaziyê û hevgirtina hêza Pêşmergeyan dikin.
15.07.2024, Pts - 10:54
Serokerkanê Pêşmergeyan û Hevpeyman lidûçûnê ji bo pêngavên rêkxistina hêza Pêşmergeyan dikin
Nuçe Belav bike

Wezareta Pêşmerge parve kiriye, “Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr bi hevaltiya Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê Kolonel Mickens serdana Baregayê Firqeya Çarê ya Peyade li sinorê Sengawê kir.”

Wekî ku wê wezaretê eşkere kiriye, armanc ji wê serdanê piştraskirin û lidûçûna karên Firqeya Çarê ya Peyade bû, ku di bernameya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge ji bo rêkxistina hêzan de biryar li ser hatiye dan.”

Li roja 11.07.2024ê, civîneke berfireh bi berhevbûna Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokatiya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê û berpirsên Wezareta Pêşmerge bi şandeke Amerîkayî re li Serokatiya Herêma Kurdistanê hat kirin.

Ew şanda Amerîkayî ji serokatiya Cîgirê Alîkarê Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Daniel Shapiro û berhevbûna Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê General Joel Vowel û Birêveberê Karûbarên Îraq û Sûriyeyê li Civata Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê Nichol Softness û hejmareke berpirsên din ên serbazî pêk hatibû.

Li dû ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê civînê de danûstandin li ser pêngavên piroseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û rêkxistina hêza Pêşmergeyan hatin kirin, herwesa bal ji bo çawaniya derbazbûna ji arêşe û astengên di rêya wê de jî hat kêşan. Di vî warî de jî her du aliyan pabendiya xwe ji bo berdewamî û biserxistina wê piroseyê tekez kir.

Herwesa rewşa ewlehiyê û dawî pêşhatên berhingarbûna terorê û gef û metirsiyên DAIŞê li deverê mijarên tewerekî din ê wê civînê bûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 319 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:10:28