Serokkomarê Îranê gihîşt Hewlêrê

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan gihîşt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.
12.09.2024, Per - 10:04
Serokkomarê Îranê gihîşt Hewlêrê
Nuçe Belav bike

Mesûd Pizîşkiyan li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan doh çûbû Bexdaya paytexta Îraqê û bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiyabû.

Mesûd Pizîşkiyan dê îro li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Mesûd Pizîşkiyan 30ê Tîrmeha 2024an sonda yasayî xwend û bû serokkomarê nû yê Îranê.

Pizîşkiyan di yekem serdana xwe ya dîplomatîk a derveyî welat de doh çûbû Bexdayê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 457 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:43:04