Serokkomarê Iraqê: Ji bo vegerandina penaberan bo cih û warên xwe ez ê bi hemû hêza xwe hewl bidim

Di gotarekê de li Lûtkeya Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn li zanîngeha Amerîkî ya Kurdistan-Duhokê, Serokomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd soz da ku hemû hewlên xwe ji bo vegerandina penaberan bo malên xwe bike.
17.11.2022, Per - 10:01
Serokkomarê Iraqê: Ji bo vegerandina penaberan bo cih û warên xwe ez ê bi hemû hêza xwe hewl bidim
Nuçe Belav bike

Îro Pêncşem 17/11/2022 Dr. Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd beşdarî Lûtkeya Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn a li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistan-Duhokê (AUK) bû û di axaftineke xwe de hêvî xwest ku hikûmeta nû ya Iraqê wê bernameya xwe bi başî cîbicî bike û hemû kêşe bi diyalogê bên çareserkirin û got: ‘’3 sal in Iraqê nekariye bûdceyê bi awayekî baş xerc bike û nekariye gavên baş ji bo çareserkirina pirsgirêkan bavêje.’’

Dr. Letîf Reşîd bal kişand ser wê yekê ku yekem karê hikûmeta nû ya Iraqê ew e ku aramî û ewlehiyê li hemû deverên Iraqê pêk bîne û piştre li hemû navçeyên Iraqê di warê bazirganî, aborî, civakî, perwerde, tenduristî, avadankirin, elektirîkê de dest bi projeyên xizmetguzariyê bike û cîbicî bike.

Herwiha Letîf Reşîd got:’’ Xaleke din a ajandeya hikûmeta nû ya Iraqê, avakirina hevkariyeke rasteqîne û çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêma Kurdistanê de ye, ku divê li gor destûrê bên çareser kirin.Yek ji wan kêşeyan nebûna yasayên neftê û gazê ye ku divê bo çareser kirina vê pirsgirêkê hewl bê dayîn.’’

Di berdewamiyê jî de Dr. Letîf Reşîd balkişand li ser pirsgirêka kêmbûna avê li Iraqê û sedema zuwabûn û xerckirina welatên cîran jî nirxand û got, wan biryar daye bi hevbeşî di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de encûmeneke bilind a avê ava bikin û çavdêriya pêkanîna siyaseta avê li Iraqê bikin. Parçeya ava Iraqê bi awayekî adilane û kêm nake

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 257 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:47:32