Serokwezir Barzanî behsa giringiya pejirandina projeyasaya perwerde û fêrkariyê dike

Şeva borî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di tora xwe ya civakî ya Twitterê de derbarê giringiya pejirandina projeyasaya perwerde û fêrkariyê ku ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê hate pejirandin û çend twitek wê derbarê de belav kir.
16.11.2022, Çar - 08:09
Serokwezir Barzanî behsa giringiya pejirandina projeyasaya perwerde û fêrkariyê dike
Nuçe Belav bike

Serokê Hikûmetê di twitên xwe de nivîsand: ‘’Perwerde bingehê her civakekî dadperwer û avadan û vekiriye. Paşeroja me girêdayî perwerdê ye. Ji ber wê me di vê kabîneyê de perwerde daniye rêza herî pêş.’’

Mesrûr Barzanî dibêje: ‘’Dizanim xwandekarên me pêwîstiya wan bi budceyekî zêdetire, mamostayên me pêwîstiya wan bi piştevaniyekî zêdetir e. Derçûyên dibistanan jî pêwîstiya wan bi derfetên kar ên zêdetir e. herwaha divê baştir xizmet bi zarokên xwedî pêwîstiyên taybet re em bikin. Lê paşeroja Kurdistanê pêwîstiya wê bi pêşketina lêhatîbûna aboriyekî cîhanî û bikare rikberiyê bike heye.’’

Serokê Hikûmetê diyar kir: ‘’Pejirandina projeyasaya perwerde û fêrkariyê ya îro ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hate kirin, dê me nêzîk bike ji wan hemû derfet û karan ku ew jî; stratejiyekî niştimanî ji bo perwerde ku kalîte bo me hemûyan datîne. Pîrozbahiyê li hemû wan kesan dikim ku beşdar bûn, herwa ji wan jî wezîr û tîma wî, Serokatiya Parlamentoyê, perwerdekar û akademîsyenên pişt wê hewldana niştimanî hemûyan pîroz dikim.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 262 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:38:56