Serokwezîr Barzanî: Belge têra nasandina cenosîdkirina Kurdên Êzidî hene

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera komkujî û revandina Kurdên Êzidî de ragihand, ew dê berdewam bin li ser rizgarkirin û giringîdana bi rizgarkirina wan revaniyên ku hêj nehatine rizgarkirin. Nêçîrvan Barzanî got: “Belge bes in jibo bi cenosîd nasandina komkujiya êzidyan ji aliyê hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî ve.”
03.08.2018, Cum - 09:34
Serokwezîr Barzanî: Belge têra nasandina cenosîdkirina Kurdên Êzidî hene
Nuçe Belav bike

Îro 3ê Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê êrişî ser navçeya Şingalê kirin û di wê êrişê de gelek welatiyên Kurdên Êzidî komkuj kirin û herwiha gelek xelk û bi taybet keç û jin rebandin.

Bi boneya bîranîna qurbaniyên karesata Şingalê, îro çend merasîmên taybet li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê û herwiha kampên cihê nîştecihbûna awareyên Kurdên Êzidî tên lidarxistin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî jî bi boneya karesata Şingalê peyamek belav kir. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya jibo salvegera komkujî û revandina Kurdên Êzidî de, daxwaz dike ku hikûmeta federalî ya Iraqê herî zû rewşa devera Şingalê asayî bike û erkê xwe di avedankirina navçeyê de cîbicî bike û xizmetguzariyan dabîn bike, daku aware bikarin bşêweyekê asayî vegerin ser warê bab û bapîrên xwe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji civaka navdewletî û hikûmeta Iraqê jî dike, ku ew komkujî bi şêweyekê fermî weke cenosîd bihê naskirin û dibêje, ew amar û belgeyên ku li ber dest hene, têra wê yekê dikin ku parlamento û hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî bi biryareke taybet îtîrafê bi cenosîda êzidiyan bikin.

Serokwezîr Barzanî daxwaz ji civaka navdewletî dike, ku beşdarî di proseya avedankirina Şingalê de bikin û dibêj: “Daxwaz ji dewletên endam di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê û civaka navdewletî bi giştî dikin, ku beşdar bin di avendkirina devera Şingalê û baştirkirina jiyana xelkê wê navçeyê, ku cenosîdkirin û encamên wê û xirabiya debarê, jiyana wan bi tevahî nexweş kiriye. Avedankirin û başkirina jiyana xlekê devera Şingalê erkekî hevbeş û pir alî ye.”

Nêçîrvan Barzanî qurbanîdana hêzên pêşmerge di ber rizgarkirina Şingalê de jî bi bîr tîne û dibêje: “Di vê rojê de em serê xwe bo qurbaniyan û canê paqijê wan pêşmergeyên qehreman ditevînin, ku di ber rizgarkirina Şingalê de şehîd bûn û têkşikandina DAIŞê li Kurdistan û Iraq û navçeyê ji Şingalê ve destpê kir.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1021 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:09:40