Serokwezîr Barzanî: Bi yekrêzî û yekhelwêstiya xelkê Kurdistanê em dikarin hemû rewşên sext derbas bikin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya yadkirina Şoreşa Gulanê daxuyaniyek belav kir. Di wê peyama xwe de Serokwezîr Barzanî di wê daxuyaniyê de aşkere kir biyekrêzî û yekhelwêstiya xelkê Kurdistanê ew dikarin ji hemû rewşên xirab debas bibin.
26.05.2020, Sal - 10:22
Serokwezîr Barzanî: Bi yekrêzî û yekhelwêstiya xelkê Kurdistanê em dikarin hemû rewşên sext derbas bikin
Nuçe Belav bike

Daxuyaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Di 44emîn salvegera Şoreşa Gulanê de, pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û tevahiya beşdarbûyên wê şoreşê dikin û bi rêz û pîzanekeke mezin, salvegera wan Pêşmergeyên qehreman dikim ku ji bo mafên rewa yên gelê Kurdistanê, bi xebat û têkoşînê berdewam bûn.

Şoreşa Gulanê ku dirêjahiya Şoreşa Îlonê ya mezin bû, serencam bi hevkarî û yekrêziya hemû aliyên Kurdistanê û pêkhateyan ve, berhema wê serîhildana gelê Kurdistanê di Buhara 1991an û duristbûna Parleman û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.

Şoreşa Gulanê ew rastiye çespand, ku daxwas û îradeya miletê me ji hemû planan bihêztir e û bi yekgirtîbûn û hevhelwestiya xelkê Kurdistanê, dikarin hemû rewşên dijwar derbas bikin. Pêwîst e ji vê rewşê niha, bi giyaneke Pêşmergane û bi yekrêzî û tebayî, xizmeta niştiman xwe bikin û bi vê rêyê jî dikarin bi ser hemû astengî û dijwariyan bikevin.

Rêz û hurmet bo şehîndên Şoreşa Gulanê û tevahiya şehîdên Kudistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 716 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:36:26