Serokwezîr Barzani bo Çînê hat vexwendin

Şendeke bala ya Çînê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya. Herwiha şanda Çînê Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî bo Çînê wexwend.
17.04.2019, Çar - 09:33
Serokwezîr Barzani bo Çînê hat vexwendin
Nuçe Belav bike

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê belavkiriye ku îro şandeke Komara Millî ya Çînê serdana Hewlêrê kiriye û ligel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kiriye. Herwiha şanda Çînê ya ji serkirdeyên hiza desthilatdar a Çînê Hizba Kominîstî pêk hatiye vexwendnameya fermî arasteyî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kiriye.

Herwiha hatiye aşkerekirin di civînê da herdu aliyan behsa hemahengi û başkirina peywendiyên aborî û siyasî perepêdan bi jêrxan û wizeyê kiriye.

Herwiha di civînê da Balyozê Çînê Iraqê Chen We Tişing Konsolê Giştî Çînê li Herêmî Kurdistan di civînê da amadebûne. Balyozê Çînê Chenw We Tişing di civînê da aşkere kiriye Çîn rêza xwe ji bo rola Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorîstên DAIŞê tîne ziman. Herwiha amaje bi wê yekê jî kiriye Çîn dixwaze peywendiyên bihêz di warê aborî siyasî û bazirganiyê da bi Herêma Kurdistanê ra dayîne û dixwaze Herêma Kurdistanê sûde ji azmûna Çînê ya di warê xizmetguzarî û teknolojoyê werbigre.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî spasiyên xwe bo Balyozê Giştî yê Çînê li Iraqê û Konsolê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê kir ku herdem xwestine peywendiyên baş di navbera Herêma Kurdistanê û Çînê da pêk bînin. Herwiba Barzanî amaje bi wê yekê jî kiriye Herêma Kurdistanê amadeye her asankarî û alîkariyekê bo Çînê bike di warê bazirganî û sermayeguzarîyê da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 927 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:49:38