Serokwezîr Barzanî: Em qebûl nakin ti hêzek ji Kurdistanê ve êrişî welatên cîran bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, ew bi ti awayî qebûl nakin, ku ti hêzek ji axa Herêma Kurdistanê ve êrişî welatên Tirkiye, Îran an jî Sûriyê bike.
28.03.2018, Çar - 12:29
Serokwezîr Barzanî: Em qebûl nakin ti hêzek ji Kurdistanê ve êrişî welatên cîran bike
Nuçe Belav bike

Di konfranseke çapemeniyê de, îro Çarşemî 28ê Adara 2018ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li ser guhertinên di sîstema mûçeyên fermanberan de û herwiha çend mijarên rojevê daxuyanî da.

Nêçîrva Barzanî da xuyakirin, ku wan derbarê mûçeyên fermanberan de biryarên baş û giring di berjewendiya fermanberan de daye û diyar kir, ew ji rakirina yekcarî ya sîstema paşekewta mûçeyan nêzîk bûne.

Barzanî derbarê geşedanên têkildarî hebûna PKKê li nav axa Iraqê û daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê yên derbarê pêkanîna operasyonên serbazî de jî got: “Em bi ti awayî qebûl nakin ku ti hêzek ji axa Herêma Kurdistanê ve êrişî welatên cîran, çi Tirkiye be, çi Îran be yan jî Sûriye, bike.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir: “Bi ti awayî lojîkî nîne, ku hêzek ji nav axa Herêma Kurdistanê biçe û li Tirkiyê êrişan bike û careke din vegere Herêma Kurdistanê, ev yek nayê qebûlkirin.”

Derbarê derketina aloziyên li Herêma Kurdistanê û helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser wan aloziyan jî, Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Her karek ku ji bo parastina welatê me ji tundî û aloziyan pêwîst be, emê bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1070 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:23:46