Serokwezîr Barzanî: Herêma Kurdistanê hevxemê xelkê Srî Lankayê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê êrîşên îro yên li Srî Lankayê şermezar kir û ragihand, “ew êrîş wê yekê derdixin holê ku hêj hêzên li dijî nirxên cîhanî hewl didin rê li aştî û pêkvejiyanê bigirin.”
22.04.2019, Pts - 05:56
Serokwezîr Barzanî: Herêma Kurdistanê hevxemê xelkê Srî Lankayê ye
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li hember êrîşên ku îro li Srî Lankayê çê bûn, bertek nîşan da û li ser hesaba xwe ya twitterê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî êrîşên îro yên li Srî Lankayê weke “êrîşên hovane li dijî xelkê sivîl û bêtawan” bi nav kiriye û ragihandiye, ew êrîş wê yekê nîşan didin ku hêj hêzên li dijî nirxên cîhanî hewl didin rê li aştî û pêkvejiyanê bigirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de wiha nivîsandiye: “Êrîşên hovane yên li Srî Lankayê yên li dijî xelkê bêtawan, bîranîneke din in ku hên hêzên li dijî nirxên cîhanî hewl didin rê li aştî û pêkevjiyan û piralîtiya ayînî bigirin.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha hêviya zû başbûnê ji birîndarên wan êrîşan re xwestiye û tekez kiriye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel rizgarbûyên êrîşan ş xelkê Srî Lankayê hevxem e.

Îro 21ê Nîsana 2019 ku Roja Cejna Rabûnê ya Mesîhiyên cîhanê ye, heşt teqîn li Kolombo ya paytext û çend bajarên din ên Srî Lankayê çê bûn. Li gor amarên fermî yên hikûmeta wî welatî, di encama wan teqînan de herî kêm 207 kes hatine kuştin û 450 kesên din jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 833 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:14:35