Serokwezîr Barzanî ji bo parastina genimê cotkaran budceyek terxan kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî da li ser xerckirina 4 milyar û 201 milyon Dînar ji bo kirîna qirker bi mebesta pêşvebirin û handana sektora çandiniyê û parastina genimê îsal ê cotkaran.
28.04.2023, Cum - 05:55
Serokwezîr Barzanî ji bo parastina genimê cotkaran budceyek terxan kir
Nuçe Belav bike

Îro Pêncşemê 27ê Nîsana 2023an, Rêveberê Çandiniyê yê Hewlêrê Hêmin Seyîd Murad ji K24ê re ragihand, li ser rizamendiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û raspardina Wezareta Darayî û Aborî bi qasî 4 milyar û 201 milyon Dînar ji bo kirîna qirker bi mebesta parastina berhema genimê îsal ê cotkaran.

Hêmin Seyîd Murad destnîşan kir, ev pêngav yek ji wan karên stratejîk ên dabînkirina asayîşa xurekê li ser asta cîhanê ji bo parastina genim li nexweşiyan.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Çendinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê, li rêveberiyên giştî yên çandiniyê yên Hewlêr, Duhok, Silêmanî, Helebce û Germiyanê raspart ku li gor yasa û rênimayan dest bi rêkarên îdarî bikin bi mebesta kirîn û dabeşkirina qirker, bi ser cotkarên Herêma Kurdistanê li sînorên îdareya xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 441 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:43:19