Serokwezîr Barzanî pêşwazî li şandeke pilebilind a hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 13ê Tebaxa 2023an pêşwazî li şandeke pilebilind a Fermandariya Giştî ya Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê kir ku ji General Matthew McFarlane û General Joel Vowell Fermandarê berê û nû yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî pêk dihat.
14.08.2023, Pts - 05:35
Serokwezîr Barzanî pêşwazî li şandeke pilebilind a hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê kir
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hewldan û xizmetguzariyên General McFarlane di dema erka xwe de kir û hêviya serkeftinê li erkên wî yên paşerojê de xwest.

Serokwezîr her wiha pîrozbahî li General Joel Vowell kir ji bo destbikarbûna wî hemû hevkarî û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkê wî nîşan da.

Mijareke sereke ya civînê taybet bû bi berdewamiya proseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge, nehiştina hemû pirsgirêk û astengiyên li pêşiya yekgirtina hêzên Pêşmerge û nehiştina hemû cure destêwerdanên partiyan di Wezareta Pêşmerge de bû.

Di hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraqê û pêşhatên rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞê li Iraq û Sûriyê, beşeke din a gotûbêjên hevdîtinê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 386 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:05:27