Serokwezîr: Divê yasa bi wekhevî li ser her kesî werin cîbicîkirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî do pêncşemê 2yê Hezîranê serdana Wezareta Navxwe kir û ji aliyê Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed ve pêşwazî lê hat kirin.
03.06.2022, Cum - 06:20
Serokwezîr: Divê yasa bi wekhevî li ser her kesî werin cîbicîkirin
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştre bi amadebûna Wezîrê Navxwe, Birîkarê Wezaretê û parêzgar û serperiştyarên îdareyên serbixwe û şêwirmend û rêveberên giştî yên wezaretê, serperiştiya civîneke Wezareta Navxwe kir.

Di destpêka civînê de Wezîrê Navxwe kurteyek li ser kar û projeyên wezaretê û çaksaziyên ku li Wezareta Navxwe hatine kirin, di çarçoveya plan û karnameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de pêşkêş kir, bi taybetî di rêkxistina saziyên wezaretê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan bo welatiyan di warên hatûçûn û nişîngeh û parastina asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê de bi hevkarî û hevahengiya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê.

Piştre Serokwezîr di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Wezareta Navxwe, ku wezareteke mezin û girîng e û yek ji wezaretên herî serkeftî yên Herêma Kurdistanê ye, ku tevî wezareteke xizmetguzarî ye û çendîn cûre xizmet pêşkêşî welatiyan dike, di heman demê de cîbicîkarê yasa û di parastina asayîş û seqamgîriya welatiyan de berpirsyar e bi hevahengî û hevkariya dezgehên din ên pêwendîdar, ku cihê xweşhalî û destxweşiyê ye, hevahengiyeke baş heye di navbera Wezareta Navxwe û Encûmena Asayîşê de ji bo parastina welatiyên Herêma Kurdistanê,ji ber vê hevahengî û xebata bi hev re û ji ber alîkarîkirina welatiyên Herêmê ligel dezgehên ewlehiyê, niha Herêma Kurdistanê di navçeyeke nearam de cihekî aram e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku divê yasa bi wekhevî li ser hemû kesan werin cîbicîkirin û nabe ti kes di ser yasayan re be, rayedarên Wezareta Navxwe jî erkdar kir ku di cîbicîkirina yasa û sizadana tawanbaran de, ewên ku bûne sedema gefê bo ser jiyana welatiyan û civakê, gelek tund bin û ti çavlêgirtin û xemsariyê nekin di sizagihandinê de, bi taybetî di mijara nehiştina tundûtûjiyê li hember jinan de û herwiha rûbirûbûna kesên ku tawanên rêxistinî encam didin û baziraniya maddeyên hişber dikin û bi vê rêyê dixwazin şîrazeya civaka Kurdistanê têk bibin, loma divê bi awayê herî tund rûbirûyî tawanên bi vî rengî bibin.

Mesrûr Barzanî herwiha bal kişand ser zêdebûna qezayên trafîkê û behsa girîngiya cîbicîkirina rênimayên hatûçûnê û sizadana şofêrên ku gelek bilez diajon, kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir ku divê li saziyên hikûmetê, gelek bi rêzdarî pêşwazî li welatiyan were kirin û bi awayê herî baş û hêja, xizmeta wan were kirin û divê xizmetkirin û bidestxistina rizamendiya welatiyan, armanca sereke ya berpirs û karmendên hikûmetê be.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 477 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:55:46