Serokwezîr Mesrûr Barzanî berê binyatî ji bo çend pirojeyan li Soranê dadine

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 28.05.2024) berê binyatî ji bo çar pirojeyan li Îdareya Serbixwe ya Soranê dadine.
28.05.2024, Sal - 10:23
Serokwezîr Mesrûr Barzanî berê binyatî ji bo çend pirojeyan li Soranê dadine
Nuçe Belav bike

Ev di demekê de ye ku hejmareke pirojeyên stratejîk û xasma di warê rêyan de di qonaxa dawiyê de ne, ji destpêka îsal heta niha jî 33 piroje li Soranê bi gojimê 21 milyar û 500 milyon dînaran çûne di warê bicihanînê de û li paşerojeke nêzîk razîbûn dê li ser hejmareke din jî ya pirojeyan bê diyarkirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Duşem, 27.05.2024) jî di merasîmekê de bi berhevbûna Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pira Ranyayê vekir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya Wezareta Avadankirin û Niştecihkirinê û kompaniya bicihanînê kir ji bo bicihanîna wê pirojeya giring û got, “Bê guman vê pirê dê feydeyekî mezin ji xelkê vê deverê re bîne û dê sînorên Pişder, Bêtwên û Merge bi hev ve girê bide. Ev yek dê tevgera welatiyan hêsan bike. Di eynî demê de dê ji bo veguhastina berhemên cotkaran ên li herêmê jî pir bikêr be. Herwesa ji bo pêşxistina geştyariyê li vê herêmê jî dibe alîkar.”

Mesrûr Barzanî diyar jî kir: “Em şanaziyê bi wê yekê dikin ku ev projeya giring bi hemû şiyanên navxweyî yên Herêma Kurdistanê hatiye bicihanîn. Bi dilekî xweş îro em dibin şahid ku şiyana navxweyî di çêkirina rêyan de zêde bûye û kalîteya rê û piran pir bipêş ketiye. Ev yek jî dê bandorê li parastina welatiyan û pêşxistina jêrxaneya aborî bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Plan û programên me hene bo xizmetkirina kertê rêyan li hemî deverên Kurdistanê. Bi îzna Xudê, bi baştirkirina rewşa darayî, em dê tora rêyan ku şadara aboriya Herêma Kurdistanê ye, li gorî pîvanên navdewletî zêdetir bipêş bixin”.

Navbirî tekez jî kir: “Di vê kabîneyê de, me bizav kir ku aboriya Herêmê cihêreng bikin û ne tenê pişta xwe bi dahatên petrolê bibestin, kertên çandinî, geştyarî û pîşesazî jî stûnên sereke yên vê bernameya aborî ne”.

 

Vî nûçeyê tevayî: 665 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:59:48