Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma sersaxiyê ya hevjîna Fuad Mesûm dibe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê beşdarî merasima pirse û sersaxiyê ya Ronak Ebdulwahîd hevjîna Serokomarê berê yê Iraqê Fuad Masûm bû.
13.08.2023, Paz - 18:19
Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma sersaxiyê ya hevjîna Fuad Mesûm dibe
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 13ê Tebaxa 2023an li Hewlêrê beşdarî merasima sersaxiyê ya Ronak Ebdulwahîd hevjîna Serokomarê berê yê Iraqê Dr. Fuad Mesûm bû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Dr. Fuad Mesûm û malbata xwedêjêrazî kir û hevxemiya bi wan gihand.

Ronak Ebdulwahîd Mistefa, hevjîna Serokomarê berê yê Iraqê Fuad Mesûm, roja Înê 11ê Tebaxê di temenê 81 saliyê de li Bexdayê koça dawî kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyamên sersaxiyê arasteyî malbata wê kirin û hevxemiya nîşan dan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 613 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:17:26