Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Derve yê Urdinê re civiya
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi wezîrê derve yê Urdinê re civiya.
24.05.2022, Sal - 07:57
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe li Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê, ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen El-Sefedî civiya.
Di civînê de, guftûgo derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de û tekezî li girîngiya firehkirina derfetên pêwendî û hevahengiya hevbeş di navbera her du aliyan de bi taybetî di warên çandinî û tendirustiyê de hat kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 767 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:57:50