Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Biryara 688an rê vekir ku em bi şêwaza xwe hikumraniya gelê xwe bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, biryara 688 a Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekgirtî rê ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo xelkê me da.
06.04.2023, Per - 05:49
Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Biryara 688an rê vekir ku em bi şêwaza xwe hikumraniya gelê xwe bikin
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya Twitterê ragihand: “Biryara 688 a Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekgirtî rê ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo xelkê me da, ku li ser çiyayan asê mabûn.”

Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir: “Biryara 688an rê vekir ku em bi şêwaza xwe hikumraniya gelê xwe bikin.”

Roja 5ê Nîsana 1991ê, Encûmena Asayîşa Navdewletî biryareke girîng û dîrokî bi hejmara 688 ji bo parastina Kurdan ji êrîş û gefên rejîma Iraqê ya bi serokatiya Sedam Husên, der kir.

Di rûniştina hejmara 2982an de, Encûmena Asayîşa Navdewletî bi piraniya dengan biryara 688an der kir û tenê sê welat ligel vê biryarê nebûn, ew jî welatên Zimbabwe, Kuba û Yemen, du endam jî ku Çîn û Hindistan bûn, di vê biryarê de bêalîbûna xwe nîşan dan.

Ev biryar ne tenê parastina Kurdan ji gefên Sedam bû, di heman demê de xeteke cudaker di navbera Kurdistan û beşên din ên Iraqê de dirust kir, ku bi xeta 36 tê nasîn, bi wê yekê Kurd heta radeyekê ji metirsiyên Sedam rizgar bûn, li navçeyên Kurdan dawî li desthilata hikûmeta Iraqê hat.

Derkirina vê biryarê, Herêma Kurdistanê bire qonaxeke nû, bi awayekî ku karî her sê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê wek herêmeke siyasî û îdarî, cuda ji desthilata hikumraniya Sedam pêk bîne û kete jêr çavdêriya Amerîka û civaka navdewletî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 695 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:49:18