Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Dadperwerî bingeha serkeftinê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdanên xwe de bo wezaret û saziyên hikûmetê, duh serdana Wezareta Dadê kir.
08.07.2022, Cum - 06:59
Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Dadperwerî bingeha serkeftinê ye
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdanên xwe de bo wezaret û saziyên hikûmetê, roja pêncşemê 7ê Tîrmehê, serdana Wezareta Dadê kir û ji aliyê Wezîr Ferset Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi amadebûna Wezîr û Serokê Encûmena Şûra û Serokê Dozgerê Giştî û rêveberên giştî yên wezaretê, serperiştiya civîneke Wezareta Dadê kir.

Di destpêka civînê de, Wezîrê Dadê Ferset Ehmed kurteyek li ser peyker û beşên wezaretê û kar û çalakî û planên wê, di çarçoveya bernameya Kabîneya Nehem de pêşkêş kir.

Piştre Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser girîngiya Wezareta Dadê û seqamgîrbûna dadperweriyê bi giştî û diyar kir, dadperwerî û bidestxistina rizamendiya welatiyan, bingeha serkeftin, bihêzbûn û mayîna her desthilat û hikumraniyê ye, loma ez xwazyar im Wezareta Dadê û hemû saziyên hikûmetê, ji bo cîbicîkirina dadperwerî û xizmetkirian welatiyan kar bikin û ciyawaziyê nekin.

Mesrûr Barzanî tekezî li girîngiya nehiştina rutîn û burokrasî û pêşkêşkirina hêsankariyên pêwîst ji bo welatiyan û dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî yên hikûmetê kir.

Herwiha amadebûna hemû hevkarî û hevahengiya hikûmetê ligel dadgehên Kurdistanê nîşan da, da ku bi awayekî profesyonel û bilez, erkên xwe cîbicî bikin û di cezakirina tawanbaran û binpêkerên yasayan bi giştî, bi taybetî jî bazirganên maddeyên hişber, ti xemsariyekê nekin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 414 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:30:42