Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê rewşa bajarê Kerkûkê de peyamek belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê rewşa Kerkûkê de peyamek belav kir û tê de ragihand, “Em bi tundî ajaweyên li dijî demokrasî û pêkvejiyana aştiyane ya li Kerkûkê şermezar dikin. Em şehîdbûn û birîndarbûna welatiyên Kurd ên ku ji aliyê şovenîstan ve êrîş li wan hatine kirin, şermezar dikin.”
02.09.2023, Cts - 18:06
Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê rewşa bajarê Kerkûkê de peyamek belav kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Em bi tundî karên têkderane yên li dijî demokrasî û pêkvejiyana aştiyane ya li Kerkûkê şermezar dikin. Em şehîdbûn û birîndarbûna welatiyên Kurd ên ku ji aliyê şovenîstan ve êrîş li wan hatine kirin, şermezar dikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Daxwaz ji Serokwezîrê Federal dikim ku bilez vê rewşa nexwestî kontrol bike û canê welatiyan û xwepêşanderan biparêze û êdî rê nede kesên bê berpirsiyar rewşê aloztir bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha got: “Di heman demê de ez bang li welatiyên me yên Kurd ên stemlêkirî li Kerkûkê dikim ku xwe xwe bigirin û xwe ji karvedanên tundiyê dûr bixin. Her wiha bang li welatiyên Ereb û Tirkmen ên Kerkûkê yên resen jî dikim ku rê nedin kesên biyanî aramî û pêkvejiyana di navbera pêkhateyan de têk bidin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 389 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:27:12