Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşt Tirkiyê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdanekê gihîşt Tirkiyê û ligel Serokomarê Tirkiyê û berpirsên din ên wî welatî dicive.
20.06.2023, Sal - 05:31
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20ê Hezîrana 2023an gihîşte Enqerê paytexta Tirkiyê û dê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha dê bi Wezîrê Derve û berpirsên din ên pilebilind ên hikûmeta nû ya Tirkiyê re jî bicive.
Di civînan de jî, geşepêdana pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê dê werin gotûbêjkirin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 567 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:10:05