Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Hikûmet alîkariya ciwanan dike ku karî ji xwe re peyda bikin

Hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya bi hejmareke welatiyên parêzgeha Silêmaniyê ji tex û çînên cuda cuda re li ser şaşe û platformên medyaya civakî ya K24ê hat pêşkêşkirin.
08.07.2024, Pts - 11:11
Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Hikûmet alîkariya ciwanan dike ku karî ji xwe re peyda bikin
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê hevdîtinê de bi hûrî û bi giringî ve guhdariya xwastek, daxwazî, pêdivîtî, pêşniyar û têbîniyên wan welatiyan kir û bersiva pirsyarên wan da.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li destpêka wê hevdîtinê got, “Ev çend car in ku ez tevlî van kombûnan dibim û em rasterast bi welatiyên xweşevî re li ser hejmarele mijaran danûstandinên xweyî û rastgo dikin, ku hem ji xelkî re û hem jî ji welatê me re û herwesa ji bo peywendiyên navbera welatiyan û hikûmetê jî giring in.”

Herwesa got, “Ez bi nûnerîtiya hikûmetê û şexsê xwe jî di xizmeta we yên rêzdar û xweşevî de me, ji bo ku zêdetir guhdariya dîtin û nerînên we bikim, pirsyarên we eger we hene, bersiv bidim û em danûstandineke gelek vekirî û xweyî û dostane bikin.”

Li ser koçkirina ciwanan ji bo derveyê welatî û bernameya hikûmetê ji bo dabînkirina derfetên karî ji bo ciwanan li Qeladizê û Ranyayê jî got, “Bi rastî mixabin e ku ciwanên me hizir di koçkirinê de bikin. Ez dixwazim bi awayekî gelek vekirî li ser wê mijarê tiştekî ji we re bibêjim; ew ciwanên koç dikin, gelo pere û xercî ji bo koçkirinê pêdivî ne an na? Pereyî didin an na? Berî her tiştekî, ez wesa difikirim ku ew qaçaxçî û bazirganên siyasî yên ku jiyana welatiyan ji bo berjewendiya xwe ya şexsî kiriye alav tawanbarên yekê ne.”

Ron jî kir, “Hikûmet alîkariya ciwanan dike ji bo ku karî ji xwe re peyda bikin. Herwesa me hemî bizav kirine ku giringiyê bi hemerengkirin û pirrengkirina aborî li Kurdistanê bidin, ji bo ku em tenê xwe bi hêviya enerjî û petrol û gazê ve nebe. Me giringî daye çandinê, me giringî daye vejandina geştyariyê, me giringî daye pîşesaziyê, lê ev bi şevek û rojekan nayê kirin. Xwezî bernameyeke birêkûpêk li hemî salên borî jî heba, ji bo ku niha me berhemên wê dîtiban.”

Her di derheqa wê hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê nivîsiye, “Ez dilxweş bûm ku ez heftiya borî bi xelkê Silêmaniyê re bûm. Min guhdariya rexne û daxwaziyên wan ji bo paşerojê kir. Ev danûstandin li seranserî Kurdistanê dê berdewam bin û dê bandor li ser baştir bicihanîna karnameya me hebe. Ez spasiya Kurdistaniyan dikim.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 271 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:51:20