Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber koça dawiyê ya Dr. Bêwar Xinsî peyameke sersaxiyê belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawiyî ya Şêwirmendê Serokwezîr bo Karûbarên Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî Dr. Bêwar Xinsî, peyameke sersaxiyê belav kir.
01.06.2023, Per - 06:29
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber koça dawiyê ya Dr. Bêwar Xinsî peyameke sersaxiyê belav kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de ragihand, bi mixabiniyeke mezin ve, Şêwirmendê Serokwezîr bo Karûbarên Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî Dr. Bêwar Xinsî koça dawiyê kir.

Di peyamê de hat, “Dr. Bêwar di warê xwe de pisporekî gelek jêhatî, nivîskar û lêkolînerekî bi navûdeng û xwediyê gelek pirtûk û berhemên bi nirx di warê enerjî û petrolê de bû û di kar û erkên xwe de mînaka kesekî dilsoz û xemxur bû.”

Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî nivîsî: “Di vê boneya xemgîn de sersaxiyê ji malbata wî û hemû hevkar, dost û hevalên wî re dixwazim. Xwedêyê mihrîban giyanê wî bi bihuştê şad bike û serbir aramiyê bide me hemûyan.

Pisporê jiyologî û Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Bêwar Xinsî duh 31ê Gulana 2923an ji ber krîza dil koça dawiyê kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 235 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:29:24