Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber zimanê kurdî ji Google're peyama spasîyê weşand

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya kompaniya Google kir ku zimanê kurdi devoka Soranî li beşa Google Translate zêde kiriye.
12.05.2022, Per - 10:52
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber zimanê kurdî ji Google're peyama spasîyê weşand
Nuçe Belav bike

Her wiha Kompaniya Google duhî ragehandibû ku, 24 zimanên din li beşa Google Translate zêde kirine. Di nav wan de kurdiya Soranî jî heye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî ew posta Google li ser twîttera xwe parve kir û bi kurdî spasiya Google kir.

Mesrûr Barzanî wiha nivîsî: Zor Spas Google!

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 500 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:07:05