Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanî hat vexwandin

Balyozê Komara Azerbaycanê li Iraqê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê vexwand Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê (COP29).
09.09.2024, Pts - 16:24
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanî  hat vexwandin
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 9ê Îkonê pêşwazî li Balyozê Azerbaycanê li Iraqê Nasir Memmedov kir.

Di civînê de, Balyozê Azerbaycanê silavên Serokomarê Azerbaycanê gihandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî û ew vexwand Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê (COP29).

Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanî ya îsal (COP29) dê di navbera 11-22 Mijdarê de li bajarê Baku yê Azerbaycanê were lidarxistin.

Di hevdîtinê de, pêşxistina pêwendiyên dualî di warên cuda de, pêngavên vekirina konsulxaneya giştî ya wî welatî û destpêkirina geştên asmanî yên rasterast di navbera Baku û Hewlêrê de hate gotûbêjkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina pêwendiyên digel Komara Azerbaycanê tekez kir.

 

Vî nûçeyê tevayî: 105 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:54:06